Hêzên Heşdê Şeibî nêzikî sînorê Sûriyê bûn
Navenda ragihandinê ya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja yekşemiyê qala paşvekişandina çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji hejmareke gundên rojavaya bajarê Mûsilê kir û ragihand ku Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî nêzikî sînorê Sûriyê bûne.
Li gorî salixdana IRNA`yê, Hêzên Seferberiya Gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî roja yekşemiyê her wiha gundê Kocoyê, cihê ku koma têrorîst a DAIŞ`ê bi sedan jinên êzdî ji wir revandibûn, azad kirin.
Ebu Mêhdî Muhendis dewsgirê fermandariya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî piştî azadkirina vî gundî got: ``Koco û gundên din li navçeya Şingalê wê bo êzdiyên Iraqê bê vegerandin``.
Opêrasiyopna azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Nêynewaya Iraqê ji bin dagirkeriya Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmeha 2016`an va bi beşdariya bi dehan hezar ji hêzên artêş, polîs, Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî û hêzên Pêşmerge dest pê bû û hêzên iraqî piştî derdora 100 rojan rojhilata Mûsilê azad kirin.
Hêzên iraqî opêrasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê jî ji 19`ê Sibata 2017`an va dest pê kirin ku ev opêrasiyon hema wisa didome.
Li gorî gotina rayedarên iraqî, sedema hêdîbûna pêşdaçûna opêrasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê, parastina canê welatiyên asayî û girtina rê li ber ziyangihaîştina li malên xelkê û binavahiyên vî bajarî ye.