May 27, 2017 18:57 Asia/Tehran
  • 47 terorîst li Neynewa û El Enbarê hatin kuştin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê ragihandin ku 47 terorîst li parêzgehên Neynewa û El Enbara Iraqê hatine kluştin û balafireka bêfirokevan a koma terorîst a DAIŞ`ê li parêzgeha Diyaliyê jorda ketiye.

Sadiq El Hisênî, destnîşan kir: Yekîneya tîpa 110`an a hêzên Heşdî Şebî karîn ku balafireka bêfirokevan a DAIŞ`ê li girikên Hemerînê li derdora navçeya El Sedê jorda bîne.

Beşa ragihandinŞêrr a li Iraqê jî ragihand ku 46 terorîst hatine kuştin û 4 trombîlên wan di encama êrişa hewayî ya li rojavayê bajarê Mûsilê de teqiyane.

Li daxuyaniya beşa ragihandina şêrr a li Iraqê hatiye: Hêza hewayî ya Iraqê bi piştevaniya yekîneyên Heşdi Şebî, li êrişeka hewayî, 46 terorîstî li du navçeyên El Beac û El Qeyrewanê bikujin û çar trombîlên wan yên wek du trombîlên bombekirî biteqînin.

Artêşa Amerîkayê jî îro ragihand ku Ebû Xetab El Rawî, qumandê leşkerî yê DAIŞ`ê, roja 18`ê meha Gulana îsal di encama êrişa hewayî ya li bajarê El Qaimê li Iraqê de hatiye kuştinê.

Beşa ragihadnina hêzên Heşdî Şebî yên Iraqê jî îro şemiyê, destkevtên herî nû yên van şerr û pevçûnên bi koma terorîst a DAIŞ`ê li rojavayê parêzgeha Neynewayê li nêzîkî sînorê bi Sûriyê re rave kirin.

Beşa ragihandina hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê li daxuyaniya xwe destnîşan kiriye: Hêzên Heşdi Şebî li dewama operasyona xwe ya li rojavayê parêzgeha sînorî ya Neynewayê, du gundên Rembusa rojava û rojhilatê li bakûrê navçeya El Beacê azad kirin.

Ev hêzana roja îniyê pêgeha leşkerî ya Şingalê li rojavayê bajarê Mûsilê jî bi tamî azad kirin û çar gund ligel rêya peywendiya Şingalê bo navçeya El Beacê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî nûçeyeka din, berpirsekî payebilind ê hêzên Heşdi Şebî, îro şemiyê ragihand ku miftiyê şerî yê koma terorîst a DAIŞ`ê di encama êrişa hewayî ya li navçeya El Beacê hatiye kuştin.

Cebar El Memûrî, got: Miftiyê şerî yê DAIŞ`ê li El Beacê ligel 4 hevriyên xwe hatiye kuştin.

Hêzên artêş û polîsê Iraqê, roja şemiyê karîn ku hejmareka din a navçeyên li bin lepên DAIŞ`ê li rojavayê Mûsilê azad bikin.

Qumandetiya operasyona Qadimûne ya Neynewa, roja şemiyê ragihand ku hêzên artêş û polîsê federal ê Iraqê karîn li operasyoneka nû hin navçeyên pişka rojavayî ya Mûsilê azad bikin.

Berdevkê hêzên Heşdi Şebî yên Iraqê ragihand ku wan li rojavayê vî welatî çend gornên komkî yên sivîlên êzidî ku bûne goriyên terorîstên DAIŞ`ê, peyda kirine.

Kerîm El Nûrî, berdevkê hêzên Heşdi şebî yên Iraqê, berî nîvroja îro şemiyê ragihand ku hêzên Heşdi Şebî dema azadkirina gundê Kocoyê li bajarokê sînorî yê Şingalê, pênc gornên komkî yên xelkê sivîl ê ku bûne goriyê cinayetên koma terorîst a DAIŞ`ê peyda kirine.