May 27, 2017 14:00 Asia/Tehran
  • Ceferî: Iraq nakeve nav siyasetên dijî îranî yên Trump

Wezîrê karên derve yê Iraqê li gotûbêja xwe ya tev rojnama ABC a Spaniya li bara siyasetên dijî Îranê ji aliyê Trump ragihand ku Bexda nakeve nav van siyasetên Trump.

Li gor rapora ajansa IRNA`yê, Îbrahîm Ceferî li bersiva pirseke rojnama ABC a Spaniya li ser vê yekê ku Trump li rojhilata navîn bi dû viyaye ku bereyekî nû dijî Îranê ava bike û gelo Iraq jî dikeve nav vê bereyê got: Iraq qet nake nav van cure siyasetan.

Wî bal kişande ser peywendiyên kûr ên Cugrafiyayî, dîrokî, civakî û yên din di navbera Îranê û Iraqê de û ragihand; Îranê qet êrişî ser axa me nekiriye, lê Tirkiye ketiye nav axa me û li Beşîqê li bakûra rojhilata Iraqê hêzên xwe yên eskerî bi cih kirine û me ev yeka bicaran mehkûm kiriye, lê dîsa jî peywendiyên me û Tirkiyê hîn jî berdewam in, ji ber ku Iraq welatekî bi medeniyet e û hemû tiştekê reş û sipî nabîne.