May 27, 2017 13:55 Asia/Tehran
  • Nîzikbûna azadiya tam a Mûsilê

Bingehên iraqî ragihandine ku terorîstên DAIŞ`ê pêgeha qumandetiya xwe ji Mûsilê biriye bajarê Hewîcê li rojavaya parêzgeha Kerkûkê.

Li gor rapora roja îniyê ya Sûmiriye News`ê,Enwer El-Asî  qumandekî hêzên iraqî got: Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê roja pêncşemê 400 endamên xwe birine bajarê Hewîcê li rojavaya Parêzgeha Kerkûkê ku eva nîşan dide ev grûpa terorîstî li ber têkçûnê ye û tiştek nemaye ku bajarê Mûsilê ji destê terorîstan azad bibe.

Ji aliyê din ve artêşa Iraqê li daxûyaniyekê ji xelkê pişka kevne Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê ku hîn li destê terorîstên DAIŞ`ê daye xwest ku her çi zûtirkê ji malên xwe derkevin û herine ciyên êmin .

Qumandetiya operasyona azadkirina Mûsilê, berî niha ragihandibû ku ji xelkê neh taxên li pişka rojavayîya Mûsilê hatiye xwestin ku ji van navçeyan derkevin.

Hêzên iraqî heya niha sedî 90`ê bajarê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê azad kirine û hewl didin heya destpêbûna meha pîroz a Remezanê, taxên mayî yên Mûsilê jî azad bikin.

Berî viya berpirsekî leşkerî yê Iraqê got, terorîst li van taxan, sivîlan wekî mertala mirovî bi kar tînin û her ev yeka bûye sedem ku hêzên iraqî ser hemdê xwe pêşve herin.

Hatiye ragihandin ku navçên El-Zencîlî, El-Sehetul-Ewla, El-Şefa, El-Farûq, Resul-Kewser, Meydan, Babul-Tûb û Babulcedîd li destê terorîstên DAIŞ`ê daye.

Operasyona azadkiirna pişka rojavayî ya Mûsilê bi destê hêzên iraqî, 19`ê Sibata 2017`an dest pê bû û hîn didome.