May 27, 2017 10:03 Asia/Tehran
  • Azadbûna pêgeha eskerî ya Şengalê li rojavaya Nêynewayê

Hêzên gelanî yên Iraqê li dewama operasiyona azadkirina navçên rojavayî yên parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê karîn pêgeha eskerî ya Şengalê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Hêzên gelanî yên Iraqê li dewama operasiyona azadkirina navçên rojavayî yên parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê karîn pêgeha eskerî ya Şengalê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin ku li vê operasiyonê bi dehan terorîst hatine kuştin û gelek ji erebe û çek û sîlahên terorîstan jî hatine şewitandin.

Hêzên muhendisî yên Heşda Şeibî piştî azadkirina pêgeha eskerî ya Şengalê dest bi pûçkirina bombeyên ku terorîstên DAIŞ`ê li nav vê pêgehê danîbûn kirin.

Hêzên Heşda Şeibî herwisa duh îniyê karîn riya isteratijîke Şengal-Beacê li rojavaya Nêynewayê jî ji destê terorîstên DAIŞ`ê derxînin û 4 gundên vê navçê jî ji destê terorîstan azad kirin.

Di eynî demê de hêzên Heşdi Şeibî karîn li dewama paqijkirina navçeya El Qîrwanê, zîndanekî DAIŞ`ê peyda bikin ku jinên Êzidî têde dihatine xwedîkirin.

Bajarê Stratijîk ê El Qîrwanê ketiye 90 kîlometriya rojavayê Mûsilê ku roja sêşemiyê ji bin lepên DAIŞ`ê hat azadkirin.

Berî niha hêzên Heşdi Şeibî ragihandibûn: Di encama operasyona azadkirina navçeya El Qîrwanê de, zêde ji 40 gund ji bin lepên DAIŞ`ê hatine azadkirin û 2 hezar kîlometrên çarkunc ji navçeyên derdora El Qeyrewanê hatine paqijkirin

Hêzên iraqî piştî bi mehan têkoşînê, bi dewama pêşveçûna li rojavayê Mûsila navenda parêzgeha Neynewaya li bakûrê vî welatî, bereberê azadkirina tam a vî bajarî ne.