May 26, 2017 17:34 Asia/Tehran
  • Belavkirina bi hezaran daxuyanî li ser esmanê Mûsila Iraqê

Li dewama operasyona berfireh a polîsê federal û hêzên gelanî yên Iraqê jibo azadiya Mûsilê li bakûrê Iraqê, balafirên artêşê, pêncşemiyê bi şev bi belavkiirna bi hezaran daxuyaniyan li esmanê pişkên rojavayî yên Mûsilê, ji xelkê xwestin ji van navçeyan derkevin.

Li gorî rapora Malpera nûçeyan a El Sûmeriye News a Iraqê ji zarê çavkaniyên leşkerî, di van daxuyaniyan de ji xelkê pişkên rojavayî yên Mûsilê hatiye xwestin ji riya derbasgehên ewleh ku hêzên iraqî amade kirine, xwe bigihînin hêzên ewlehiyê.

Qumandetiya operasyona azadkirina Mûsilê, berî niha ragihandibû ku ji xelkê neh taxên li pişka rojavayîya Mûsilê hatiye xwestin ku ji van navçeyan derkevin.

Hêzên iraqî heya niha sedî 90`ê bajarê Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê azad kirine û hewl didin heya destpêbûna meha pîroz a Remezanê, taxên mayî yên Mûsilê jî azad bikin.

Berî viya berpirsekî leşkerî yê Iraqê got, terorîst li van taxan, sivîlan wekî mertala mirovî bi kar tînin û her ev yeka bûye sedem ku hêzên iraqî ser hemdê xwe pêşve herin.

Operasyona azadkiirna pişka rojavayî ya Mûsilê bi destê hêzên iraqî, 19`ê Sibata 2017`an dest pê bû û hîn didome.