3 hezar sivîlên iraqî li rojavayê Neynewayê ji aliyê DAIŞ`ê ve hatin revandin
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan a Iraqê, roja pêncşemiyê li daxuyaniyekê ragihand, koma terorîst a DAIŞ`ê, nêzî sê hezar sivîlên iraqî ji gundên li rojavayê parêzgeha Neynewayê li bakûrê vî welatî revandine û ew birine nêzîkî sînorên Iraqê û Sûriyê.
Li gorî vê raporê DAIŞ hewl dide ku van sivîlan wekî mertalên mirovî li hember hêzên iraqî, bi kar bîne.
Operasyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê ji bin lepên koma terorîst a DAIŞ`ê, ji 17`ê Cotmeha 2016`an ve bi beşdariya bi dehan hezar kes ji hêzên artêş, polîs, hêzên gelanî û Pêşmergeyên Kurdistana Iraqê dest pê bû û hêzên iraqî piştî nêzî 100 rojan rojhilata Mûsilê bi tamî azad kirin.
Hêzên iraqî, operasyona azadkirina rojavayê Mûsilê jî, ji 19`ê Sibata 2017`an ve dest pê kirine ku ev operasyona hîn berdewam e.
Koma terorîst a DAIŞ`ê di sala 2014`an de, bi piştgîriyên pereyî û leşkerî yên Amerîkayê û hevpeymanên rojavayî û erebî yên vî welatî ji wan Erebistanê bi êrişa ser Iraqê, pişkên berfireh ên navçeyên bakûrî û rojavayî yên vî welatî dagîr kirine û cinayetên bêhejmar cih anîne.
Ji wê demê wir va hêzên iraqî gellek ji navçeyên dagîrbûyî azad kirine.