May 26, 2017 14:06 Asia/Tehran
  • Pentagon li xwe mukur hat ku li Iraqê kesên sivîl kuştine

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon), roja pêncşemiyê li xwe mukur hat ku di encama êrişeka hewayî ya artêşa vî welatî ser Mûsila navenda parêzgeha Neynewayê li bakûrê Iraqê de, zêde ji 100 kes ji xelkê vî bajarî hatine kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, Pentagonê destnîşan kir: Di erişa hewayî ya vê dawiyê ya artêşa Amerîkayê de ku bi mihaneya serkutkirina koma teorrîst a DAIŞ`ê li Mûsilê cih hat, zêde ji 100 welatiyên mûsilî hatine kuştin.

Eva li halekê ye ku gotinên rayedarên xwecî û şahidên bûyerê vê yekê nîşan didin ku zêde ji 240 kesên sivîl di encama vê êrişê de hatine kuştin.

Di encama vê êrişa de herwiha avahiyeka xelktêde li bajarê Mûsilê jî teqiya.

Amerîka di van salên dawiyê de bi caran bi mihaneya şerrê dijî komên terorîst, êriş biriye ser xelkê sivîl ê li Sûriye û Iraqê.

Lêkolîna koma çavdêriyê ya Îrorz`ê nîşan dide herîkêm du hezar û pênsed kesên sivîl di encama êrişên hewayî yên hevalbendiya amerîkî li Iraq û Sûriyê hatine kuştin.

Hevalbendiya qaşo dijî DAIŞ`ê, li dema serokkomariya Barak Obama, bi armanca îdiabûyî ya şerrê dijî terorîstên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê pêk hat. Eva li halekê ye ku li gorî raporên fermî, Amerîka û şirîkên rojavayî û erebî yên vî welatî, pêkhînerên sereke yên ji hêla pereyî û çekan ên komên terorîstên wek DAIŞ`ê tên hesêb.