Azadkirina du navendên hewayî li Mûsila Iraqê
Hêzên Heşda Şebî ya Iraqê, du navendên hewayî li derdora rojavaya Mûsilê ji bin lepên grûpa treorîst a DAIŞ`ê azad kirin.
Li gorî rapora kanala televîzyonî ya Someriye News`ê, Samî El-Mesûdî ji fermandarên hêzên Heşda Şebî, roja pênşemiyê li daxûyaniyekê bal kişand ser azadiya balefirgeha eskerî li rojava Mûsilê û got: ``Ji ber rola vê navenda hewayî li dabînkirina çek û sîlehên hêzên artêşa Iraqê, azadkirina wê ji hêla stratejîk pir giring e``.
El-Mesûdî her wiha bal kişand ser azadkirina navenda hewayî ya Sehl El-Sincarê li başûrê navça Qeyrewanê ji aliyê hêzên Heşda Şebî û destnîşan kir: ``Heşa Şebî 6 gund ji wan gundên Xelef Îdrîs, El-Xemîse, El-Medîne û Eyn Fethiyê li rojava Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê azad kirine``.
Her wiha Raid Şakir Cewdet fermandarê polîsê federal ê Iraqê got: ``Hêzên ewlehiyê, 291 kîlomitra çar kunc ji navçên rojava Mûsilê rizgar kirine``.
Ji aliyê din ve rayedarekî ewlehiyê yê Iraqê ku xwest navê wî eşkere nebe got: ``Ji ber teqîna bombeyê li bazareke qelebalix li bajarê Tozxormatoyê li 25 kîlomitriya başûrê Kerkûkê, herîkêm 9 kes hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn``.
Hîn tu kes an grûpekê berpirsiyariya vê teqînê negirtiye istûyê xwe lê bi giştî grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê, berpirsiyariya van êrişan digre istûyê xwe.
Terorîstên DAIŞ`ê piştî işkestên berdewam li hember hêzên iraqî bi taybet li parêzgeha bakurê Neynewayê dest bi kuştina xelkê sivîl li bajarên curbicur kirine.