Nîsan 27, 2017 08:39 Asia/Tehran
  • Wezareta Karên Derve ya Iraqê êrişa Tirkîyê ser Şingalê şermezar kir

Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxûyanîyekê êrişa zordarîyê ya Tirkîyê ser devera Şingalê li bakûra Iraqê şermezar kir û ew binpêkirina aşkira ya peymanên navnetewî û isûlên cînaretîya baş zanî.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Ehmed Cemal berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê got ku vê wezaretxanê sefîrê Tirkîyê li Bexdayê ban kirîye û nivîsareke nerazîbûna li hemberî êrişa ser Şingalê û gotinên vê dawîyê yên Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li bara hêzên Heşdi Şeibî raberî wî kir.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî tevî şermezarkirina êrişa hewayî ya Tirkîyê ser Şingalê, li bara binpêkirina dubare ya sînorên hewayî yên wî welatî hişyarî da Tirkîyê.