Nîsan 26, 2017 19:49 Asia/Tehran
  • Pêşveçûna hêzên çekdar ên Iraqê li rojavaya Mûsilê

Hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê li dewama serketinên xwe yên li parêzgeha Neynewayê, ji bilî azadkirina çend gundên din ji bin lepên DAIŞ`ê, xwe gihandine derbasgehên bajarê dîrokî yê El Hezerê.

Li gorî rapoa roja çarşrmiyê ya kanala El Nehrêynê, hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê, bi pêşveçûna li rojhilata bajarê El Hezerê, çend depoyên madeyên teqandinê rûxandin û hin endamên koma terorîst a DAIŞ`ê neçar kirin ku ji van navçeyan birevin.

Hêzên Heşdi Şeibî herwiha duh sêşemiyê bi piştevaniya hêlîkopterên artêşa Iraqê, karîn 12 gundan ji bin lepên koma terorîsts a DAIŞ`ê azad bikin.

Li gorî nûçeyan hêzên iraqî, piştî ku gellek xisarên giran li DAIŞ`ê xistin, alaya Iraqê li ser avahiyên van gundan danîn. Her di vî warî de Selîm Cibûrî, serokê parlimana Iraqê, îro (çarşrmiyê) çû rojavaya Mûsilê li parêzgeha Neynewayê ta ku ji nêz ve pêvajoya operasyona azadkirina Mûsilê bişopîne.

operasyona azadkirina pişka rojavayî ya Mûsilê ji Sibata sala 2017`an ve dest pê bûye. Berî niha pişka rojhilatê ya Mûsilê ji bin lepên DAIŞ`ê hatibûn azadkirin.

Çavkaniyên medyayî yên Iraqê, vê dawiyê ji serdestiya hêzên çekdar ên vî welatî ser sedî 70`ê rojavaya Mûsilê agahî dane.

Mûsil, pêgeha herî dawîn a koma terorîst a DAIŞ`ê li Iraqê ye ku ji Hezîrana sala 2014`an va ji aliyê DAIŞ`ê va hatiye dagîrkirin.