Nîsan 26, 2017 11:43 Asia/Tehran
  • Ebadî hişyarî da Tirkiyê ku serweriya neteweyî ya Iraqê binpê neke

Hikûmeta Iraqê li hemberî bombebarana Şingalê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve bertek nîşan da ev kiryara dewleta tirk bi şidet şermezar kir û bang li Tirkiyê û welatên cîran kir ku rêzê li serweriya xaka Iraqê bigirin.

Li gor rapora Someriya Newsê, serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî duh berêvarê li press konferansa xwe ya li Bexdayê li hemberî bombebarana Şingalê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve bertek nîşan da û got: Dewleta Iraqê rejîma Tirkiyê hişyar dike ku van kiryarên xwe yên qirêj dubare neke.

Berdevkê Hikûmeta Iraqê Seid Hedîsî jî duh bi daxuyaniyekê ragihand ku êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li ser axa Iraqê şermezar dikin û got: "Ev yek dê bandorê li pêwendiyên di navbera Tirkiyê û Iraqê bike û bandora kiryarên wiha ser hewldanên Iraqê û Civaka Navneteweyî li dij terorîzmê neyînî ye."

Seid Hedîsî eşkere kir ku Iraq bi xwe li ser rêzgirtina serweriya welatan cidî ye û em vê yekê ji Tirkiyê û hemû welatên cîran jî dixwazin ku rêzê li serweriya xaka Iraqê bigirin,

Berdevkê Hikûmeta Iraqê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Di demekê de ku hêzên iraqî mijûlî ji nav birina DAIŞê û terorê ne, bi taybet ku Mûsil di qonaxa dawîn a azadkirinê de ye, ev cure kiryarên wisa bi ti awayî alîkariya çareserkirina pirsgirêkan nakin."

Wezareta derve ya Iraqê ji Civaka Cîhanî xwest ku li hemberî vê desdirêjiya eşkera a dewleta Tirkiyê ser axa Iraqê  bertekek cidî nîşan bide û li vî halî de got: Iraq dixebite ji riyên qanûnî û dîplomatîk desdirêjiya Tirkiyê ser axa Iraqê şermezar û lenet bike û ji vî halî de hin garantiyan bidest bêxe ku desdirêjiyên wiha dubar nabin.