Destpêbûna operasyona azadkirina navça El-Hezerê li başûrê rojava Mûsilê
Heşdê Şebî ya Iraqê, operasyona azadkirina navça El-Hezerê li başûrê rojava Mûsilê ser navê operasyona Muhemed Resûlullah(s) ji pênc mêhweran ve destpê kiriye.
Li gorî rapora televaîyona Al-Mayadeen ê ya Lubnanê, Heşdê Şebî ya Iraqê roja sêşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand bi destpêbûna operasyona azadkirina navça El-Hezerê, tîpa 26an a vê hêzê karî ku gundê Xenîfesê li bakurê navça El-Hezerê ji bin lepên DAIŞ`ê azad bike.
Li daxûyaniya Heşdê Şebî ya Iraqê hatiye: Êrişa ser gundê Elwaniyê li bakurê El-Hezerê jî destpê bûye û bi pêşdeçûna hêzên Heşdê Şebî ber bi bajarê El-Hezerê, terorîstên DAIŞê ber bi navenda bajêr direvin. Ji destpêka operasyona azadkirina bajarê El-Hezerê û navçên derdora wê li başûrê rojava Mûsilê ji aliyê hêzên Heşdê Şebî gundên Eyn Sedîd û Caf El-Xîlê li başûrê vî bajarî jî ji lepên DAIŞê hatiye azadkirin. Di eynî demê de Fermandê operasyoan hevpar a artêşa Iraqê ragihand sedî 70`yê navçên beşa rojava Msilê ji lepên grûpa terorîstî a DAIŞê hatiye azadkirin.