Bi sedan hezar kes li rojava Mûsilê li Iraqê aware bûne
Nîsan 25, 2017 17:50 Asia/Tehran
Rêxistina NY ragihand ku bi sedan hezar kes li rojava Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê aware bûne.
Li gorî rapora IRIB newsê, Îstefan Dojarîk berdevkê sekreterê giştî yê Rêxistina NY li civînake rojnamevaniyê li Newyorkê bal kişand ser zêdebûna hejmara awareyên iraqî li rojava Mûsilê ji destpêka operasyoan eskerî li vî bajarî û got : Zêde ji 376 hezar kes li rojava Mûsilê li Iraqê terka malên xwe dane.
Artêşa Iraqê piştî azadkirina rojhilata Mûsilê, operasyona jibo azadkirina rojava vî bajarî ji 19 Sibatê destpê kiriye.
Li gorî ragihandina NY nêzîkî 600 hezar kesên sivîl li rojava Mûsilê de ne.