Kuştina bi dehan endamên DAIŞ`ê li encama êrişên hewayî yên artêşa Iraqê ser Teleferê hatin kuştin
Medyayên iraqî ragihandin ku bi dehan DAIŞ`î li encama êrişên hewayî yên artêşa vî welatî li Teleferê hatin kuştin.
Li gorî rapora Firat Newsê, Piştî êrişên hewayî yên balefirên iraqî li bajarê Teleferê li rojava bajarê Mûsilê bi dehan sebebkarên întiharî yên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatin kuştin û sê veşartgehên wan jî hatin îmhakirin.
Ji aliyê din ve li dû kemîna endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê li navçên sînorî navbera Iraq û Urdinê îna buhurî ku bû sedema kuştina 8 hêzên eskerî yên Iraqê û birîndarbûna 12 kesên din, Berdevkê hêzên eşîrên Enbarê îro got : Hêzên hanê dixwezin tidareka operasyona paqijkirina berfireh li rojava Enbarê bikin.
Li gorî nûçeyeke din, berpirsê derve yê beşa darêştina plan û bernaman ya grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hat kuştin.
Generalê erkantiyê Şakir Cewdet fermandê polîsê federala Iraqê ragihand ku hêzên wî heft kes ji endamên derve yên DAIŞ`ê ji wan Ebûyasîn El-Rewsî kuştin. Ew berpirsê darêştina bernamê jibo operasyona eskerî ya DAIŞ`ê li Iraqê bû.
Şakir Cewdet her wiha ragihand ku hin derbasgehên ewleh û paqijbûyî jibo guhestina xelkê sivîl ji navça kevnare ya Mûsilê hatine avakirin.