Nîsan 24, 2017 14:03 Asia/Tehran
  • Kuştina bi dehan terorîstên DAIŞ`ê li bakûra Iraqê

Hêzên gelanî yên Iraqê li du parêzgehên bakûrî yên vî welatî bi dehan terorîst kuştin.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alam`ê, navenda agehdariyên Heşda Şeibî ya Iraqê ragihand ku Tîpa 4 a hêzên gelanî li başûra bajarê Til Eferê Mûsilê tevî viya ku pîşiya êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser du gundên Keser Mêhrab û Tel Hesanî girtin, karîn 3 erebeyên terorîstan jî bişewitînin û erebeyeke bombekirî yên terorîstan bi hemû terorîstên nav vê erebeyê jinav bibin.

Navenda agehdariya Heşda Şeibî herwisa ragihand; Tîpa 29 a Heşda Şeibî herwisa pîşiya êrişa 40 terorîstan ser navça El-Zawiyê li bakûra parêzgeha Selahedînê girt û 25 terorîst jî kuştin.

Rayedarekî ewlehiya Iraqê jî gote Sûmiriye News`ê, Li êrişa terorîstên DAIŞ`ê ser rojhilata bajarê Rutbê li nîzikiya sînorê Sûriyê 10 hêzên iraqî hatine kuştin û 20 jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeyekî din ji Kerkûkê, sê endamên terorîstên DAIŞ`ê duh yekşemê li başûra vî bajarî bûne xwareka xinzîran.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê sala 2014`an bi piştgiriyên malî û çekdarî yên Amerîka û hevpeymanên rojavayî û hin welatên navçeyê bi taybet Erebistan û Tirkiyê bi êrîşa ser Iraqê, beşin berfire ji navçeyên bakur û rojavaya vî welatî dagir kirin û gellek cinayet pêk anîn.

Ji wê demê û bi vir da hêzên iraqî pirraniya navçeyên dagirbûyî azad kirine.