Nîsan 24, 2017 09:45 Asia/Tehran
  • Ebadî: Iraq li qonaxa dawîn a şerê dijî terorîzmê da ye

Serokwezîrê Iraqê li hevdîtina tev hevtayê xwe yê Awstiraliyayî li Bexdayê ragihand; Iraq li qonaxa dawiyê ya şerê dijî terorîzmê da ye û tiştek nemaye ku Mûsil ji destê terorîstên DAIŞ`ê bê azadkirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li hevdîtina xwe ya duh yekşemê tev Malkom Torênbol hevtayê xwe yê Awstiraliyayî li Bexdayê, ser girîngiya alîkariyên navnetewî bo welatê xwe li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê sekinî.

Malkom Torênbol jî li vê hevdîtina xwe got: Piştevaniya Awstiraliyayê ji Iraqê li babetên perwedehî û alîkariya bo Bexdayê li şerê dijî terorîstên DAIŞ`ê dê bêne domandinê.