Nîsan 21, 2017 18:56 Asia/Tehran
  • Dijberiya Hevalbendiya Neteweyî li hember lidarxistina Giştpirsîna li Herêma Kurdistana Iraqê

Serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên a Iraqê dijberiya xwe li hember kiryarên Herêma Kurdistana Iraqê jibo lidarxistina Giştpirsînê ragihand.

``Emar Hekîm`` serokê Hevalbendiya Neteweyî ya Şîeyên a Iraqê roja îniyê li gotûbêja tev Reuters`ê ser dijberiya  li hember bernama herêma Kurdistana Iraqê jibo cidabûna ji Iraqê piştî işkesta grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê got ku ger li Herêma Kurdistana Iraqê Giştpirsîn were lidarxistin, dê yekalî be û tenê Îsraîl e ku dewleteke kurdî bi fermî nas dike.

 Hekîm tekez kir: ``Kivşkirina  sînoran  bi xwînê li tu welatekî li cîhanê serketî nebûye û li Iraqê jî dê encamên baş tinebe ji ber ku  avakirina  welatekî kurdî dê bibe sedema parvekirina Iraqê û dibe sedem hemî alî daxwaza hebûna  navça otonomî û piştî wê serxwebûnê bikin.

 ``Mesûd Barzanî`` serokê Herêma Kurdistana Iraqê tevî hebûna nerazîbûnan tim ser biryara xwe ji bo lidarxistina  Giştpirsînê bi armanca  serbixwetiya Herêam Kurdistana Iraqê tekez dike.

Giştpirsîna jibo serbixwetiya Herêma Kurdistana Iraqê li qanûna  bingehîn a Iraqê hatiye  texmînkirin; Lê ji ber hegerên curbicur ev meseleya cih nehatiye.

Degekî  yekgirtî jibo serbixwetiya Herêma Kurdistana Iarqê ji nav  kurdan jî nayê bihîstin û ev meseleya  fehmkirina vê rasitiyê bûye ku  Kurdistana Iraqê bi cidabûna xwe pueneke taybet nayne dest.