Nîsan 21, 2017 17:10 Asia/Tehran
  • Êrişa hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ser pêgehên DAIŞ`ê  li Kerkûkê

Yekîneya topxaneya hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê, bargehên koma terorîst a DAIş`ê li navçeya El Hewîceya parêzgeha Kerkûkê li başûra Iraqê dan ber gulleyan.

Li gorî rapora kanala AL ALAM`ê, di encama operasyona roja îniyê de, hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê li navçeya Hewîceya parêzgeha Kerkûkê, hejmareka terorîstan kuştin û trombîleka wan a leşkerî jî teqandin.

Hevgavê vê yekê hêzên polîsê federal ê Iraqê keçikeka 11 salî ya êzidî li pişka rojavayî ya Mûsilê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, leşkerên vî welatî hewldana terorîstên tekfîrî jibo ketina nav başûra bajarê El Remadiyê ku ketiye parêzgeha El Enbarê, pûç kirin. Di encama vê operasyonê de şeş terorîstên tekfîrî hatin kuştinê.

Di eynî demê de Ebdulemîr Reşîd Yarellah, qumandê operasyona Neynewayê ragihand hêzên iraqî taxa El Nesr û El Sureyê li perrava rasta a Mûsilê ji bin lepên terorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Heya niha nêzî sedî 80`ê pişka rojavayî ya bajarê Mûsilê bi destê hêzên iraqî hatiye azadkirin û tenê hin navçeyên wek Til Efer li rojava, El Hezer li başûr û El Beacê ku nêzîkî sînorên Sûriyê ye, di destê DAIŞ`ê da mane.