Jinavbirina kargeha bombeçêkirinê ya DAIŞ`ê li şarê Mûsilê
Navenda ragirandina şêrr a Iraqê ragihand ku balafirên cengê yên vî welatî çend kargehên bombeçêkirinê yên têrorîstên DAIŞ`ê li rojavaya Mûsilê jinav birin.
Li gorî rapora kanala Al Alamê, Navenda ragirandina şêrr a Iraqê duh bi daxûyanîyekê ragihand ku balafirên cengê yên Iraqê di encama çend opêrasyonan 3 kargehên bombeçêkirinê û maşînên bombekirî yên koma têrorîst a DAIŞ`ê li şarê Teleferê li rojavaya Mûsilê têk birin.
Navenda ragihandinê ya opêrasyona Nêynewayê jî ragihand ku balafirên cengê yên Iraqê, veşartgehên têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê Beacê li rojavaya Mûsilê kirin armanc û di encamê da meqera qaşo ewlehîyê ya DAIŞ`ê têk birin û herîkêm 20 DAIŞ`î hatin kuştinê.
Di vî halî da, Şakir Cewdet fermandeyê polîsên fêdêral ên Iraqê ragihand ku di encama êrişa hêzên iraqî ser meqra koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera Zencîlîyê li beşa kevnar a Mûsilê da, Xalid Elî Nedî wezîrê qaşo Dîwana Zekatê û Ebûhisên qaşo dadwerê DAIŞ`ê hatin kuştinê.
Çavkanîyekî leşkerî yê Iraqê jî ragihand ku hêzên artêşa Iraqê karîn 2 bombeyên ku DAIŞ`ê li cadeya di navbera bajarên Hît û Bexdadî li parêzgeha Enbarê da biteqînin.
Ji hêla din ve, Hêzên Iraqê di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê de taxa El- Sewre ji destê çekdarên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Eva di demekê de ye ku, Artêşa Iraqê destpêkirina operasyoneke din a leşkerî li rojavayê Iraqê li dijî DAIŞ`ê ragehand.
Operasyona rizgarkirina Mûsilê di roja 17.10.2016`an de bi pişkdarîya hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê û hêzên Iraqê hat destpêkirinê.