Nîsan 21, 2017 08:22 Asia/Tehran
  • Bexda: Bila Erdogan destwerdanê li karên navxweyî yên Iraqê neke

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li hemberî gotinên pûç ên serokomarê Tirkîyê li dijî hêzên seferberîya gelanî yên Iraqê bertek nîşan da û xwest ku Enqere destwerdanê li karên navxweyî yên Iraqê neke.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars`ê, nivîsgeha Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê li daxûyanîya xwe bibîr xist, hêzên Heşdi Şeibî li rex hêzên din ên iraqî li azadkirina deverên Iraqê ji lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê bûne û serketinên girîng bidest xistine.

Li dewama vê daxûyanîyê hatîye: Iraq xwedîyê serwerîya netewî ye û li gorî destûra vî wealtî, hêzên Heşdî Şeibî beşek ji hêzên iraqî ne û ew hêzana emekdarê Iraqê û gelê wê ne û ser bi tu welatekî nînin.

Nivîsgeha serokwezîrê Iraqê li vê daxûyanîyî herwiha ji welatên cînarê Iraqê xwest ku xwe ji destwerdana li karên navxweyî yên vî welatî dûr ragirin û li şerê dijî têrorîsmê ku gefek li dijî deverê û cîhanê ye, alîkarîyê bidin.

 Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê roja çarşemê di çarçova piştgirîya ji têrorîstan da, hêzên Heşdi Şeibî yên Iraqê ``têrorîst`` binav kirin.

Wezareta Karên Derve ya Iraqê jî bi nîşana nerazîbûna li hemberî van gotinên serokomarê Tirkîyê, sefîrê vî welatî li Bexdayê ban kir û nerazîbûna xwe nîşan da.