Adar 24, 2017 11:56 Asia/Tehran
  • Xwepêşandana berfire ya gelê Iraqê li gorî bangewazîya Muqteda Sedir

Bi hezaran kes ji gelê Iraqê îro jibo pişkdarîya li xwepêşandana bi milyonî li meydana Tehrîr a navenda Bexdayê kom bûn.

Li gorî rapora malpera kanala SOMERIYE NEWS`ê, gelê Iraqê di bersiva bangewazîya Muqteda Sedir serokê Tevgera Sedir a Iraqê da, îro bera xwe da meydana Tehrîrê ya Bexdayê ta ku li xwepêşandana bi milyonan kesî ku xwazyarê pêkanîna çaksazîyan û kutakirina gendelîyê û çêtirkirina xizmetguzarîyê ne, pişkdarîyê bikin.

Li gorî vê raporê, bi hezaran kes ji welatîyên iraqî ji şeva buhurî va ji parêzgehên curbicur hatine Bexdayê ta ku li xwepêşandana îro pişkdarîyê bikin.

Hêzên ewlehîya Iraqê jî bi merema parastina canê gel û girtina pêşîya her bûyerekê tivdîrên ewlehîyê şidandin û pirranîya rê, pir û meydanên navenda Bexdayê ji şeva buhurî va girêdane.