Adar 23, 2017 17:04 Asia/Tehran
  • Hêzên iraqî bi dû azadkirina mizgevta dîrokî ya Mûsilê ne

Endamê Konseya Parêzgarîya Nêynewayê ragihand, hêzên iraqî pêkhatî ji polîsên fêdêral û hêzên berteka lezgîn, mizgevta camêi ya Nûrî û minara Hedbayê li rojavaya Mûsilê dorpêç kirine ku yê bi zûtirkê bên azadkirinê.

Li gorî rapora kanala nûçan a A-Alamê, Hisamedîn Ebar endamê Konseya Parêzgarîya Nêynewayê îro got: Koma têrorîst a DAIŞ`ê bi giranî hewl dide vê mizgevtê destê xwe da ragire ji ber ku ewê meqera ragihandina xilafeta idiayî ya xwe dizane.

Mizgevta camêi ya Nûrî li rojavaya Mûsilê yek ji mizgevtên dîrokî yên Iraqê ye ku 900 sal dîroka wê heye.

Ji hêla din ve, Ebûmehdî Muhendis alîkarê fermandeyê hêzên heşdi Şeibî li civîna çapemenîyê ya hevpar ligel Ebdilemîr Reşîd Yarulah fermandeyê opêrasyona azadkirina Nêynewayê li Til Ebtê navenda opêrasyona rojavaya Mûsilê got: Hêzên iraqî rêyên peywendîya Mûsil û Teleferê tam girêdane û piştgirîyê didin yekîneyên xwe li Mûsilê.

Muhendis herwiha got: Hêzên Heşdi Şeibî û hêzên opêrasyona hevpar û hêzên opêrasyona Nêynewayê bi hev ra kar dikin û bi saya tîmên endazyarî û pizişkîyê piştgirîyê didin hêzan.

Wî li bara pişkdarînekirina hêzên heşdi Şeibî li mêhwerên opêrasyona navenda Mûsilê got: Parvekirina erkên leşkerî li ustîyê fermandeyê gişt hêzên çekdar e û hêzên Heşdi Şeibî erka wan azadkirina mêhwera rojavaya Mûsilê ye û li opêrasyona azadkirina Badoşê û gundewarên wî jî pişkdarî kirin ku opêrasyoneke girîng, istiratêjîk û dijwar bû.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû û hêzên iraqî meha buhurî karîn ku rojhilata Mûsilê azad bikin.

Hêzên iraqî herwiha opêrasyona azadkirina rojavaya Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê ji 19`ê Sibatê va destpê kirin.