Adar 23, 2017 10:31 Asia/Tehran
  • Ebadî: Ji sedî 70`yê niştecihên Felûce û Remadîyê zivirîne malên xwe

Serokwezîrê Iraqê bi gotina vîya ku ew qonaxên dawîyê yên kokbirrkirina DAIŞ`ê li Iraqê da ne, ragihand, ji sedî 70`yê niştecihên Felûce û Remadîyê piştî azadkirina van şarana zivirîne malên xwe.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro danê êvarê li konfransa Hevalbendîya Dijî DAIŞ`ê li Waşîngtonê pêkutî kir: Em neçar bûn li halê şerê dijî DAIŞ`ê xizmetan raberî gelê Iraqê bikin. Em di nava sînorên Iraqê da hevgirtî ne û bi vê yekê şanazîyê dikin.

Li gorî vê raporê, Ebadî bi gotina vîya ku DAIŞ qonaxên xwe yên dawîyê li Iraqê derbas dike û me selimand ku impiratorîya DAIŞ`ê ber bi têkçûnê ye, dîyar kir: Sîyaseta hevalbendîyê nabe kontrolkirin belkî têkbirina DAIŞ`ê be û heke lihevkirin an nermatî li hemberî DAIŞ`ê hebe yê hemî navçê bigire ber xwe.

Serokwezîrê Iraqê herwiha got: Mideha 2 salên buhurî da hema bêje hemî rojan xwepêşandanên gelanî hatin lidarxistinê û gel mafên xwe dixwaze, em rêzê li dêmokirasîyê digirin û hêzên ewlehîyê, ewlehîya xwepêşanderan dabîn dikin, lê dema Sedam da her kesê nêrîna xwe bigota, dihat kuştinê.

Ebadî pêkutî kir: Nifta Iraqê ya hemî gelê vî welatî ye, byî berçavgirtina peywendî û bawerîyên wan û fesad jî bi qasî têrorîsmê bitalûke ye.