Pêşdaçûna hêzên iraqî li Mûsilê û dijwarbûna nakokîyên di navbera têrorîstên DAIŞ`ê da
Komîteya Ewlehîyê ya Civata Parêzgarîya Dîyalê ragihand ku di navbera serkirdên DAIŞ`ê li devera Metîbîcê li sînorên di navbera vê parêzgehê û Selahedînê da pevçûn derket.
Li gorî rapora malpera SOMERIYE NEWS`ê, Sadiq Hisêynî serokê Komîteya Ewlehîyê ya Civata Parêzgarîya Dîyalê got: Hêzên Istixbaratê duh danê êvarê pevçûna di navbera serkirdên DAIŞ`ê da dîtine û şopandine ku her yek ji wan hewl dide alîyê himber bêxe bin fermana xwe.
6 serkirdên vê komê hatin kuştin.
Dayra lêzanînên serbazî ya Iraqê jî duh bi daxûyanîyekê ragihand ku 6 serkirdên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştinê ku welatîyên Ûrsêt, Fransa, Tirkîye, Megrib û Ingilîsê bûne.
Hisêynî herwiha got: Opêrasyona azadkirina Mûsilê ku di qonaxên dawîyê li perravê rojavaya vî şarî da ye, bûye sedema lawazbûna berbiçav a DAIŞ`ê û pevçûnên navxweyî di navbera serkirdên vê koma têrorîst da û tişta ku li Metîbîcê qewimî, kûratîya nakokîyên navxweyî di navbera serkirdên vê komê da nîşan dide.