Adar 19, 2017 10:33 Asia/Tehran
  • Emar Hekîm: Îranê jibo welatên ereb girîngîyeke istiratêjîk heye

Serokê Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê bi gotina vîya ku dabînkirina ewlehîyê li Iraqê girêdayîyê pêkanîna ewlehîyê li deverê ye, ragihand ku Îranê girîngîyeke istiratêjîk jibo welatên ereb heye.

Li gorî rapora malpera nûçan a Şefeq News`ê, Emar Hekîm serokê Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê li hevpeyvîna ligele kanala EXTRA NEWS`ê, got ku Îranê girîngîyeke istiratêjîk jibo cehana ereban heye û Iraq jî dikare roleke girîng li nehîştina nakokîyên welatên herêmê bilîze.

Hekîm bi gotina vîya ku aştî û jêyana bihevre li Iraqê bi hewldanên navxweyî pêk hatîye, da zanîn: Hin welat dixwazin Iraqê bêxin nav pevçûnên firqeyî.

Serokê Meclisa Bilind a Islamî ya Iraqê li dewama xeberdana xwe got: Têrorîsm hizreke xalifî ye ku xetereke mezin jibo hemî welatan tê hesêb û di vê navberê da hin welat hene ku bi hêsanî rê didin kiryarên têrorîstî.

Hekîm çend rojan berî niha li civîna rojnamevanîyê ya hevpar ligel Selîm Cibûrî serokê parlimana Iraqê gotibû: Em ê tu wexta rê nedin Iraq tûşî pevçûnên navxweyî û perçebûnê bibe.

Hevalbendîya Netewî ya Iraqê bi serokatîya Emar Hekîm hevgavê nêzîkbûna kokbirrkirina DAIŞ`ê li Iraqê planek wekî rêçareya netewî raber kirîye ku hemî qatên vî welatî digire ber xwe. Ev plana di rastîyê da belgeyek jibo aştî û bihevrejîyana hemî çîn û qatên gel jibo dûrketina ji kuştin, şerê navxweyî, nakokî û gêreyan li Iraqê ye.