Sibat 27, 2017 17:32 Asia/Tehran
  • Ibrahîm Ceiferî: Em ê têkoşîna li hemberî têrorîsmê li axa Sûrîyê bidomînin

Wezîrê karên derve yê Iraqê pêkutî kir, heta dema ku têrorîsma li Sûrîyê gefek li dijî ewlehîya navnetewî ya Iraqê be, Bexda yê şerê li hemberî tekfîrîyan li nav axa Sûrîyê bidomîne.

Li gorî rapora Someriye News`ê, Ibrahîm Ceiferî wezîrê karên derve yê Iraqê got: Heta dema ku têrorîsma li Sûrîyê gefek li dijî ewlehîya navxweyî ya Iraqê be, em ê opêrasyona li dijî tekfîrîyan li nav axa Sûrîyê bidomînin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê hefteya buhurî aşkira kir ku ferman daye hêzên hewayî yên welatî ku êrişî baregehên têrorîstên nav axa Sûrîyê bikin, ji ber ku kesên teqînên vê dawîyê li Bexdayê pêk anîn, têrorîstên li devera Bûkemalê li axa Sûrîyê bûn.