Berteka parlemana Iraqê li hemberî serdana wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bexdayê
Endamên parlemana Iraqê li hemberî serdana duh a wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bexdayê bertek nîşan dan.
Heyder Mewla parlemanterê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê li meclisa Iraqê got: Siûdî bi vekirina sînorên xwe ser têrorîstan da û herwiha şandina dirêv jibo kujer û cinayetkaran, bi aşkirayî li karên navxweyî yên Iraqê destwerdanê dikin.
Ji hêla din ve, Xalid Esedî parlimanterekî iraqî dibêje: Serdana wezîrê karên derve yê Erebistanê bo Bexdayê, têra çêtirkirina peywendîyên di navbera her du welatan da nake.
Esedî pêkutî kir ku heke siûdî dixwazin peywendîyên baş û asayî bi Iraqê re daynin, divê sîayseta xwe li hemberî Iraqê biguherînin.
Adil Cubêyr wezîrê karên derve yê Erebistanê duh di çarçova serdaneke nişkêveyî da giheşte Bexdayê û ligel Heyder Ebadî serokwezîr û Ibraqhîm Ceferî wezîrê karên derve yê Iraqê hevdîtin pêk anî.