Sibat 26, 2017 17:24 Asia/Tehran
  • Girêdana rê û derbasgehên DAIŞ`ê li rexê rastê yê Mûsilê

Fermandeyê hêzên Seraya Cehad ên Iraqê bi gotina vîya ku DAIŞ li rexê rastê yê Mûsilê tûşî derbên giran bûye, ragihand ku hemî derbasgeh û rêyên rexê rastê yê Msûilê ser têrorîstên DAIŞ`ê da hatine girêdanê.

Hesen Sarî fermandeyê hêzên Seraya Cehad`ê ku yek ji komên ser bi Heşdi Şeibî yên Iraqê ye ragihnad: Hêzên Heşdi Şeibî karîn ku hemî deverên xelknişîn û gundên derdora nahîya Teleferê li mêhwera rojavaya Mûsilê ji epên têrorîstên DAIş`ê azad bikin.

Sarî herwiha got: Hevgavê azadkirina van deverana, têkoşerên gelanî jî karîn ku gellek rêyên gîhandina alîkarîyan bo DAIŞ`ê li rexê rastê yê Mûsilê daxin û derbasgeh û rêyên revê ser vê komê da girêdin.

Vî fermandeyê meydanî yê hêzên Heşdi Şeibî bi pêkutîya ser vê yekê ku DAIŞ niha ji mêhwera rojava ya Mûsilê û şarê Teleferê ji hêla têkoşrên iraqî va hatîye dorpêçkirinê, got: Ev serketina girîng encama opêrasyona leşkerî ya berfire li çend mêhwerên rojavaya Mûsilê bû.

Serleşker Reşîd Yarulah fermandeyê navenda opêrasyona Nêynewayê jî ragihand ku devera Hey yeremûk a Mûsilê bi destê hêzên dijî têrorê hat azadkirin.

Bi azadkirina Hey Yeremûkê, hejmara deverên azadkirî ji destpêka opêrasyona Mûsilê ku ketîye roja nehan, giheşte 22 deveran.

Beşa el-Îmên li rojavaya Mûsilê, ji 42 dever û 94 taxan pêk tê. Avahîyên sereke yên parêzgarî, nasname, pasport, heft nexweşxane û zêde ji 30 deverên dîrokî ketine devera el-Îmênê ya Mûsilê.

Mizgevta mezin a el-Nûrî ku Ebûbkir Bexdadî serkirdê DAIŞ`ê di rojên destpêka dagirkirina Mûsilê li wir nimêj kir jî ketîye beşa el-Îmênê.

Nifûsa beşa el-Îmênê zêde ji 700 hezar kesî ye.

Fermandeyê artêşa Iraqê jî got: Heke pêşdaçûn bi vî rengî bidomin, heta nêzî mehek din yê azadkirina Mûsilê bikemile.