DAIŞ`ê serbazên iraqî li sînorê ligel Urdinê dorpêç kirin
Bi dû destpêbûna pêla nû ya êrişên DAIŞ`ê li sînorên Urdin û Iraqê û dêropêçkirina hêzên garda sînorî ya Irqê ji hêla koma têrorîst a DAIŞ`ê va, civata parêzgarîya el-Enbarê xwest ku dorpêçbûna hêzên garda sînorî li sînorê ligel Urdinê zûka bê işkandinê.
Li gorî rapora Rojnama el-Hayat`ê, Ibrahîm Serhîd, endamê civata parêzgariya el-Enbarê ragihand ku ew bi berpirsên fermandeyîya opêrasyona Cezîre û Badîyê re li bara dorpêçbûna serbazên iraqî bi destê DAIŞ`ê ketîye têkilîyê, lê wan tu karek nekirine ji ber ku ev devera li deverveyî desthilata wan e û di desthilata fermandeyîya opêrasyona el-Enbarê da ye.
Wî xwest, berî ku rext û fîşekên hêzên iraqî kuta bibin, pêngaveke lezgîn jibo işkandina dorpêçê bê rakirinê.
Berpirsekî ewlehîyê li parêzgeha el-Enbarê duh ragihand ku têrorîstên DAIş`ê hejmareke leşkerên garda sînorî li sînorê di navbera Terîbîl û Ererdê dorpêç kirine. Wî berpirsê iraqî li bra kutabûna fîşekên van hêzana piştî pûçkirina êrişên DAIŞ`ê hişyarî da.
Wî herwiha got: Hejmareke serbaz ûefserên hêzên ewlehîya Iraqê xwestin ku alavên bihêz ên leşkerî bi awayekî lezgîn jibo sekinîna li hemberî êrişên DAIŞ`ê jibo hêzên dorpêçbûyî bên şandinê.