Sibat 26, 2017 08:17 Asia/Tehran
  • Çêkirina pêgehekî nû yê amerîkiyan li başûra Mûsilê

Piştî serketinên zav ên hêzên iraqî dijî terorîstên DAIŞ`ê li derûdora Mûsilê, hêzên amerîkî jî li navçên curbicur ên vî bajarî dest bi avakirina pêgehan ji bo xwe kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Qudsul-Erebî, Bingehên nûçan ji Iraqê ragihandine ku piştî serketinên zav ên artêşa vî welatî û hêzên gelanî li hemberî terorîstên DAIŞ`ê û piştî destpêbûna operasiyona rojavaya Mûsilê liv û tevgerên hêzên amerîkî jî li van navçan zêdetir bûne.

Jêderekî eskerî di vê barê de ragihand ku hêzên amerîkî li çend rojên bihurî li navça Hemam El-Elîl li başûra Mûsilê pêgehek ji bo xwe ava kirin.

Vê bingeha eskerî ragihand ku hêzên amerîkî li vê navçê bi cih bûne û çek û sîlahan ji pêgeha hewayî ya El-Qiyarê bo xwe tînin vê pêgeha nûavakirî û dîwaran dikşînin û berbendan çê dikin.

Hejî gotinê ye ku navenda hewayî ya El-Qeyarê pêgeha sereke ya artêşa Amerîka pêş viya ku ji nav axa Iraqê derkevin bûye.

Vî jêderê eskerî herwisa ji hebûna çek û sîlah û amûrên şerî yên hêzên amerîkî li nîzikiya balafirgeha Mûsilê li rojavaya vî bajarî xeber da.