Sibat 25, 2017 20:57 Asia/Tehran
  • Dewama pêşketina hêzên iraqî li bakûra vî welatî

Hêzên gelanî yên Iraqê li dewama pêşketinên xwe li bakûra vî welatî karîn navçên El-Ebreya biçûk, El-Ebreya navîn û gundê El-Ezîzê li rojhilata Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Qumandê polîsê navendî yê Iraqê ragihand bilî viya ku hêzên gelanî yên Iraqê li dewama pêşketinên xwe li bakûra vî welatî karîn navçên El-Ebreya biçûk, El-Ebreya navîn û gundê El-Ezîzê li rojhilata Teleferê ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad bikin herwisa hêzên artêşa Iraqê jî navça Havî Coseq li berava çemê Diclê li derûdora bajarê mûsilê jî azad kirin.

Qumandê polîsê navendî yê Iraqê ragihand ku niha hêzên artêşa Iraqê ber bi navenda El-Coseq bi xwe ber bi pêş diçin û derbên giran heta niha li terorîstên DAIŞ`ê xistine.

Gor nûçeyekî din ji Iraqê hêzên ewlehiya vî welatî herwisa balafirgeha Mûsilê jî bi tamî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirine û ber bi navça El-Teyran diçin.

Hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdi Şeibî roja îniyê sê gund li derdora bajarê Til Eferê li rojavaya Mûsilê azad kirin.

 Kerîm Nûrî berdevkê Heşdi Şeibî got: Hêzên gelanî yên Iraqê li opêrsiyoneke leşkerî ya hevpar li dijî baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê li navçeya El Mehbeliyê ya derdora bajarê Til Eferê karîn ku gundên Um El Mesabid û El Zeytûnê azad bikin.

El Nûrî her wiha got: Li vê opêrasiyonê hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê karîn ku herîkêm 52 kes ji çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê ji wan Ebî Ednan El Hac serkirdeyê vê koma têrorîst li vê navçeyê bikujin.

Hatiye ragihandin ku li rojavaya Mûsilê firokên şerî yên Iraqê pêgeha terorîstan kirine hedefa êrişên xwe ku 69 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Li vî halî Semîr Dawûd El Muhsin ji berpirsên pileberzên artêşa Iraqê got: Hêzên gelanî yên Iraqê roja îniyê karîn ku gundê Til El Zeltê li beşa rojhilatî ya Til Eferê ji bin lepên koma têrorîst a DAIŞ`ê azad bikin.

Artêş û hêzên gelanî yên Iraqê ji Cotmeha sala 2016`an va opêrasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê dest pê kirin û bi azadkirna beşa rojhilatî ya vî bajarî pêşketinên berbçav bi dest xistine.

Berî opêrasiyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê û bajarê Mûsilê, hêzên gelanî û artêşa Iraqê gellek navçeyên stratjîk li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê ji bin dagirkeriya têrorîstên DAIŞ`ê azad kiribûn.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji Hezîrana sala 2014`an va bi dagirkirina hin beşên axa Iraqê ev welata tûşî alozî û bêewlehiyê aniye.