Sibat 16, 2017 09:30 Asia/Tehran
  • Hejmarek ji sereteyên DAIŞ`ê li Mûsilê hatin kuştin

Hejmarek ji serçeteyên DAIŞ`ê ji wan `Heqî Ismaîl Ewîd` nasyar bi `Ebu Ehmed` serçeteyê vê koma têrorîst li Mûsilê li êrîşên hewayî yên roja çarşemiyê yên artêşa Iraqê li beşa rojavayiya vî bajarî hatin kuştin.

Li gorî rapora IRNA`yê, li êrîşên hewayî yên artêşa Iraqê `Ebu Meha` berpirsê zanyariyan ê koma têrorîst a DAIŞ`ê li Nêynewayê û `Hemadî Ehmed Semaq` berpirsê veguehstina malî ya DAIŞ`ê jî hatin kuştin.

Pêştir jî mêdyayên iraqî qala kuştina `Seyf Ebdu` nasyar bi `Emîr El Cezîre` ji serkirdeyên DAIŞ`ê li Mûsilê kiribûn.

Niha bi merema amadebûna ji bo destpêkirina opêrasiyona azadkirina beşa rojavayiya Mûsilê, hêza hewayiya Iraqê û topxaneya artêşa vî welatî bi awayê giran û hevaheng ciyê kombûna serçeteyên DAIŞ`ê li navçeyên rojavayî yên Mûsilê didin ber êrîşê.