Çile 20, 2017 15:29 Asia/Tehran
  • Azadkirina navça azad a tîcarî ya bakurê Mûsilê

Çavkaniyên iraqî ragihandin ku navça azad a tîcarî li bakurê Mûsilê ji destê DAIŞ`ê hatiye azadkirin.

  Li gorî rapora Fars Newsê û ji zarê El-Meyadînê, îro hêzên iraqî karîn ku navça azad a danûstandinên ticarî li eniya bakurî ya Mûsilê ji destê endamên terorîstî tekfîrî ya DAIŞê azad bikin.

 Hêzên iraqî her wiha karîn  dêra Mar Makorkîsê li peravê rojhilata Mûsilê ji destê teorîstên DAIŞê azad bikin.

 Duh jî sertîpê erkantiyê Ebdulemîr Reşîr Yarullah fermandê giştî yê operasyona azadkirina Mûsilê ragihand ku bjarê Tel Keyfê li bakurê rojhilata Mûsilê tam hatiye azadkirin û ragihand hêzên iraqî navça Cabir Bin Heyan û Hey El-Faziliyê li bakurê rojhilata Mûsilê jî tam azad kirin.