Çile 19, 2017 20:08 Asia/Tehran
  • Qayîmeqamî û konseya bajarê Telkîfa Mûsilê ketin bin kontrola hêzên iraqî

Fermandetiya operasyona `Qadimûn ya Neynewa` yanî `Neynewa wa em tên` ragihand ku avahiya qayîmeqamî û konseya bajarê Telkîfê hatiye azadkirin.

  Li gorî rapora  Tesnîm Newsê û ji zarê El-Sumeriye Newsê, fermandetiya operasyona  `Qadimûn ya Neynewa` ragihand ku  hêzên iraqî li dewama operasyona azadkirina bajarê Telkîfa Mûsilê karîn ku  qayîmmeqamtî û konseya  bajarê vî bajarî ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin.

 Hêzên hevpar ên iraqî îro pênşemiyê operasyona azadkirina  bajarê Teklîfê li 18 km ya  bakurê rojhilata Mûsilê destpê kirin .

 Li gorî vê raporê,  pêşdeçûna  hêzên iraqî ji sê mêhweran ber bi bajarê Telkîfê destpê bû û ev hêza karîn  li destpêka operasyona xwe 5 taxên Telkîfê ji lepên terorîstên DAIŞê azad bikin.

 Bajarê Telkîfê ketiye bakurê rojava Iraqê û ser bi parêzgeha Neynewayê ye ku piraniya xelkê vî bajarî file ne.

 Operasyona azadkirina Neynewayê ji meha yekê ya payîzê ve destpê bûye û ji hîngê va heya niha hêzên iraqî ji wan hêzên artêşê, polîsê federal û xhêzên webeşx ên gelanî û pêşmerge bi sedan Km Çarkunc û bi dehan dever û taxên parêzgeha Neynewayê ji bin lepên terorîstên DAIŞê azad kirin.