Çile 19, 2017 17:57 Asia/Tehran
  • Azadkirina Telkîfa Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê

Fermandê operasyona azadkirina Mûsilê li bakurê Iraqê ragihand bajarî filnişîn a Telkîfê li 18 km ya bakurê rojhilata Mûsilê ji lepên grûpa terorîstî ya DAIŞê hat azadkirin.

  li gorî rapora IRNA`yê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona  azadkirina Mûsilê li daxûyaniyekê ragihand: Îro yekînên  artêşa Iraqê bi operasyonekê ji sê mêhweran ber bi navenda  bajarê Telkîfê pêşde çûn û karîn  ku  vî bajarî azad bikin.

Fermandê operasyona azadkirina Mûsilê her wiha diyar kir: Hêzên artêşa Iraqê avahiyên  walîtî, dadgeh û Konseya abjêr xitine bin kontrola xwe û alaya Iraqê ser avahiyên  dewletî bilind kirin.

 Operasyona êrişa ser navenda bajarê Telkîfê ku ji Cotmeha 2016an  li kontrola hêzên  hevpar ên artêş û pêşmergên kurd ên Iraqê bû ji vê sibê ve destpê bû.