Çile 19, 2017 17:39 Asia/Tehran
  • Operasyona azadkirina Tilkêfê dest pê bû

Operasyona Kontrolkirina qezaya Tilkêfê li bakurê Mûsilê ji 2 eniyan ve dest pê kir.

Li gorî rapora mêdyayên iraqî, hêzên Iraqî îro danê sibê ji 2 eniyan ve êrîşî ser navenda qezaya Tilkêfê kirin. Ev yek piştî ku hêzên Pêşmerge bi destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê re navçeyên derdora wê rizgar kirin bûn rê li pêş artêşa Iraqê li bakurê Mûsilê vekiribû.

Hêzên Iraqî di dema çûna nava deverê da, otombîleke bombebarkirî ya DAIŞ`ê teqandin. Firokeyên Iraqî jî beşdarî vê operasyonê bûne.

Operasyona kontrolkirina qezaya Tilkêfê piştî rojekê ji kontrolkirina tevahiya taxên rojhilatê Mûsilê destpê bû.

Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê serleşker Talib Şixatî duh di konferanseke rojnamegerî de ragihand, zêdetir ji 3 hezar û 300 çekdarên DAIŞê li rojhilatê Mûsilê hatin kuştin û 300 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞê hatine pûçkirin.

Operasyona kontrolkirina Mûsilê di 17 Cotmeha borî bi beşdariya hêzên Iraqî û Kurdistanî dest pê kir, ku hêza Pêşmerge navçeyên derdora Mûsilê rizgarkirin, Dijeterora Iraqê jî kontrolkirina rojhilatê Mûsilê ragihand.