Çile 19, 2017 16:59 Asia/Tehran
  • Vegeriyana  awareyên iraqî bo rojhilata Mûsilê

Wezareta koçberiyê ya Iraqê ragihand ku awareyên iraqî vegeriyane rojhilata Mûsilê li bakurê Iraqê

 Li gorî rapora IRNA`yê, wezareta koçberiyê ya Iraqê îro pênşemê ragihand: Koma nû 1200 kesî ya awareyên iraqî ji kempa Xazirê vegeriyan navçên  azadbûyî li rojhilata  bajarê Mûsilê li parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê.

 Li rapora wezareta koçberiyê ya Iraqê hatiye, xelkê mayî li navçên  azadbûyî yên rojhilata  Mûsilê li rojên tê dê vegerin malên  xwe.

 Hêzên rawesrtana li ber terorîzmê tev hêzên  ewlehiyê yên Iraqê duh çarşemiyê bi giştî rojhilata  bajarê Mûsilê ji lepên  grûpa treorîstî ya DAIŞê azad kirin.

 Li gor raporeke din  ji alûgurên  meydanî yên Mûsilê, hêzên artêşa Iraq îro pênşemiyê ji sê mêhweran, operasyona azadkirin û derbasbûna  nav bajarê filnişîn a Telkîfê li bakurê rojhilata  bajarê Mûsilê destpê kirin.

 Balefirên  cengê yên hêza hewayî ya artêşa Tirkiyê jî hin meqer li Qendîlê li bakurê Iraqê dan ber bombeyan .

 Operasyona  azadkirina  bajarê Mûsilê ji lepên  grûpa terorîstî ya DAIŞê ji 17 Cotmeha 2016an  ser ermana  Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye û tim didome.