Çile 19, 2017 11:44 Asia/Tehran
  • Malikî xetabî Kerry: DAIŞ we pêk anî

Alîkarê serokkomarê Iraqê gote wezîrê karên derve yê Amerîka ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê we pêk aniye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê ji zarê El-Sûmiriyê, Nûrî Malikî alîkarê serokkomarê Iraqê û serokê hevalbendiya dewleta Qanûn gote wezîrê karên derve yê Amerîka ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê dewleta Barak Obama pêk aniye.

Nûrî Malikî ev gotine li bersiva Can Kêrê wezîrê karên derve yê Amerîka got ku wî pêştir ragihandibû Nûrî Malikî dewleta Iraqê lawaz kir û bûye sebeb ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li nav vî welatî bi hêztir bibe.

Alîkarê serokkomarê Iraqê destnîşan kir; DAIŞ ji aliyê dewleta Obama hate pêkanîn û eva Serokomarê Amerîka ye ku berpirsê xwînrijandina xelkê bê guneh li nav Sûriyê , Yemen û Iraqê ye.