Çile 18, 2017 19:03 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê: Mûsil yê bi zûtirkê bê azadkirinê

Serokwezîr û fermandarê gist hêzên çekdar ên Iraqê îro bi daxûyanîyekê ragihand ku Mûsil yê bi zûtirkê tam bê azadkirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê herwiha got ku wadeya azadkirina tam û serketina tam li Mûsilê nêzîk bûye.

Wî herwiha got: Serketina tam li Mûsilê yê bi serketina hêzên çekdar ên Iraqê li kemilandina nexşeya paqijkirina tam a rojhilata bajêr û pêşdaçûna ji çend mêhweran û azadkirina navenda bajarê Mûsilê serê xwe bigire.

Heyder Ebadî herwiha gotîye ku niha azadkirina beşeke deveran ji wan Gabat û Koşkên Serokomarîyê û didome û hêzên iraqî bi awayekî lezgîn ber bi azadkirina tam a beşa rojava ve pêşda diçin.

Serokwezîrê Iraqê gotîye ku têkoşerên iraqî li opêrasyona Nêynewayê wêneyên herî bedew ên fidakarîyê û danûistandina insanî ligel sivîlan nîşan dan û karîn serketinên matmayîker bidest bixin. Ebadî herwiha got ku gellek dever, gund û navçên xelknişîn hatine azadkirinê û gellek têrorîstên DAIŞ`ê hatine kuştinê yan jî revîne.

Ebadî pêkutî kir ku hêzên iraqî pêşdaçûnên xwe heta azadkirina tam a Mûsilê didomînin.

Ji hêla din va Fermandarê Dezgeha Dijeterora Iraqê Ferîq Rukin Talib Şixatî îro li konferanseke rojnamevanîyê ragihand, tevahiya taxên rojhilatê Mûsilê (Aliyê çepê yê çemê Dîcleyê) ji çekdarên DAIŞ`ê hatin paqijkirinê.