Çile 12, 2017 11:22 Asia/Tehran
  • Enqere rê ji bo ketina nçeteyên DAIŞ`ê nav Iraqê xweş dike

Nûnera Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê dewleta Tirkiyê bi sûcê xweşkirina rê ji bo ketina çeteyên têrorîst ên DAIŞ`ê nav axa Iraqê tawanbar kir.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Nûnera Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê, Nehle El Hebanî li hevpeyvîna digel beşa erebî ya kanala têlêvîziyoniya NRT`yê tevî amajeya bi viya ku dewleta Tirkiyê hin serpişkî û hêsankariyan ji bo ketina nav axa Iraqê raberî çeteyên koma têrorîst a DAIŞ`ê dike, ji Bexdayê xwest ku li hemberî van cûre mijaran bêdeng û sersar nebe û ji bo çareserkirina kêşeya avê digel Tirkiyê li ser esasa lihevkirinameyên navmneteweyî bixebite.

Nûnera Hevpeymaniya dewleta Qanûnê li parlimana Iraqê, El Hebanî destnîşan kir: baştir eva bû ku Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê li hevdîtin û gotûbêjên xwe digel Bînalî Yildirim hevtayê xwe tirk jê bixwaze ku bêyî şert û mercan hêzên Tirkiyê ji axa Iraqê derxîne.