Çile 11, 2017 10:04 Asia/Tehran
  • Li operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan 152 hatin kuştin

Hêzên iraqî li dewama operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstan sêşemê şev karîn 152 terorîstên DAIŞ`ê bikujin.

Bingehên nûçan yên Iraqê ragihandin ku li dewama Operasyona Rizgarkirina Mûsilê de 152 terorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin û kontrola hinek herêmên stratejîk ji destê van terorîstan hate derxistin.

General Abdulemîr Yarallah qumandê operasiyona azadkirina Mûsila navenda parêzgeha Nêynewayê li bakûra Iraqê ji destê terorîstên DAIŞ`ê got: Hêzên iraqî ji duh sêşemê va ji aliyê bakûra Mûsilê ber bi nav vî bajarî va diçin û çend taxên din wekî El-Hedba û Nîsanê jî ji destê terorîstan derxistin û 25 terorîst jî kuştin.

Wî destnîşan kir ku hêzên iraqî ber bi taxên Maliye û Zebat va diçin û li vê operasiyonê jî heta niha 86 terorîst hatine kuştin..

Li mêhwera rojhilata Mûsilê jî hêzên iraqî karîn çend navçên bajarê Mûsilê ji destê terorîstan derxînin û li vê operasiyonê jî herîkêm 41 terorîst hatine kuştin.