Cotmeh 26, 2016 10:54 Asia/Tehran
  • NY:9 hezar welatiyên iraqî li Mûsilê aware bûne

Berdevkê Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihand; hejmara awareyên Mûsilê gihêştiye 9 hezar kesan.

Li gor rapora ajansa Spotnîkê, Istêfan Ducarîk berdevkê Rêxistina Netewên Yekgirtî duh sêşemê got: Hejmara awareyên iraqî piştî destpêbûna operasiyona azadkirina Mûsilê gihêştiye 9 hezar kesî.

Ducarîk destnîşan kir; Ew kesên ku piştî destpêbûna operasiyona azadkirina Mûsilê ji nav vî bajarî revîne di nav rewşeke nebaş da dijîn û hewcetiya wan bi alîkariya mirovî heye.

Istêfan Ducarîk ragihand ku hinek belge ber destên wan in ku nîşan didin grûpa terorîst a DAIŞ`ê xelkê sivîl wekî mertala însanî bikar tîne.

Operasiyona azadkirina Mûsilê ji 17 Cotmehê va bi fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bûye.

Bi dehan hezar kes ji hêzên artêş û polîsên Iraqê bi alîkariya hêzên gelanî û hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyên curbicur va pişkdariya operasiyona Mûsilê kirine û hema her roj pişkek ji derûdora vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê rizgar û paqij dikin.