Cotmeh 26, 2016 07:56 Asia/Tehran
  • Destwerdana serbazî li Iraqê tenê divê bi rizamendîya dewleta Bexdayê be

Nunerê taybet ê serokomarê Amerîkayê li hevalbendîya qaşo dijî DAIŞ`ê got: Nabe destwerdana leşkerî li Iraqê bêyî rizamendîya dewleta Bexdayê pêk bê.

Li gorî rapora malpera Neşre ya Libnanê, Bêrt Mekgurk, nunerê taybet ê serokomarê Amerîkayê li hevalbendîya xwedêgiravî dijî DAIŞ`ê şeva buhurî li koma nûçegihanan li bajarê Bexdayê got: Tirkîye li Beşîqê di çarçova hevalbendîya amerîkî da kar nake.

Tirkîyê di dawîya sala buhurî bêyî îzna dewleta Bexdayê bi sedan hêzên xwe yên leşkerî li baregeha Beşîqê li 30 kîlomêtrîya Mûsilê bicih kirin.

Piştî nerazîbûna berdewam a dewlet û rayedarên Iraqê li hemberî vê kiryara Tirkîyê, ev babeta dîsan mijara germ a nakokî û gêreya navbera Bexda û Enqerê ye.

Nunerê taybet ê serokomarê Amerîkayê li hevalbendîya xwedêgiravî dijî DAIŞ`ê li bara opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên têrorîstên DAIş`ê jî got: Hevkarîyeke baş di navbera hêzên iraqî û hêzên Pêşmerge li şerê azadkirina Mûsilê heye.

Wî herwiha got: Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji lepên DAIŞ`ê yê demê bigire û divê ser hemdê xwe jibo parastina sivîlan pêngavan rakin.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi pişkdarîya bi dehan hezar hêzên artêş, polîs, hêzên Pêşmerge û hêzên Heşdi Şeibî destpê bû û hêzên hanê ji mêhwerên curbicur va ber bi Mûsilê pêşda diçin.