Cotmeh 26, 2016 07:35 Asia/Tehran
  • Cinayeta nû ya DAIŞ`ê li Mûsila Iraqê

Koma têrorîst a DAIŞ`ê hejmarek girtî li Mûsilê kuştin.

Çavkanîyeke xwecî li Iraqê ji ajansa nûçan a Sputnîkê ra got: Koma têrorîst a DAIŞ`ê roja sêşemê komkujîyeke din li dijî welatîyên sivîl li girtîgeha Mûsilê pêk anî û hejmarek welatî kuştin.

Li gorî vê rpaorê, koma têrorîst a DAIŞ`ê 23 welatîyên sivîl û serbaz ên iraqî bi hegera hevkarîya ligel hêzên iraqî kuştin.

Li gorî gotina wê çavkanîyê ku nexwest navê wê bê aşkirakirin, kesên hatine kuştinê li gorî ihtimaleke zêde li girtîgeha Tilremanê li rojavaya Mûsilê hepsî bûne.

Ev komkujîya encama têkçûna DAIŞ`ê li himberî hêzên iraqî di çaçrova opêrasyona azadkirina Mûsilê da ye.

Opêrasyona azadkirina Mûsilê ji 17`ê Cotmehê va li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê bi pişkdarîya bi dehan hezar hêzên artêş, polîs, hêzên Pêşmerge û hêzên Heşdi Şeibî destpê bû û hêzên hanê ji mêhwerên curbicur va ber bi Mûsilê pêşda diçin.