Cotmeh 25, 2016 19:01 Asia/Tehran
  • Pêla nû ya kuştinan li Mûsilê

Komîsyaryayê pilebilind ê mafên mirovan ê NY roja sêşemiyê ragihand ku endamên DAIŞê li heftiya buhurî bi despêkirina operasyona azadkirina Mûsilê pêleke nû ya kuştinan xelkê Mûsilê bi rêxistine.

  Komîsyaryayê pilebilind ê mafên mirovan  ê NY ragihand ku raporên destpêkê nîşan didin ku endamên DAIŞ`ê heftiya buhurî bi dehan kes ji xelkê Mûsilê kuştine.

 Li gorî rapora  Komîsyaryayê pilebilind ê mafên mirovan  ê NY hêzên iraqî pêncşemiya  heftiya buhurî meytên 70 kesên sivîl li gundê Tel ul Nasirê ku bi derba gullan hatibûn kuştin dîtin.

 Her wiha hêzên iraqî roja yekşemiya buhurî meytên 50 kes ji hêzên berê yên  polîsê Iraqê li derveyî bajarê Mûsilê dîtin.

 Robert Kolfîl bal kişand ser vê yekê ku  endamên DAIŞê xelkê sivîl ên Mûsilê wek mertala însanî li hember hêzên iraqî bi kar tînin û got : Li gorî raporan endamên DAIŞê li gundê El-Sefînê li 45 km  başûrê Mûsilê 15 kesên sivîl kuştin û avêtin nav  çêm.

  Ev çavêrtiya heye ku  ev operasyon tevî beşdariya  nêzîkî 30 hezar hêzên dewletî û  şervanên  eşîrên sune  û pêşmergan çend hefte an  çend mehan bikşîne. Tê gotin ku 4 heya  8 hezar endamên DAIŞê li Mûsilê bi cih bûne.

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Amerîka û Tirkiye hewl didin rê li ber pêşveçûna hêzên iraqî û şikesta DAIŞ`ê bigirin.