Cotmeh 25, 2016 11:38 Asia/Tehran
  • Dewama kiryarên terorîstî li paytexta Iraqê

Ji ber kiryarên terorîstî li navçên curbicur ên Bexdayê herî kêm 8 kes hatine kuştin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ji ber teqîneke terorîstî li ser riya efserekî polîsê Iraqê li Bexdayê ew û şofirê wî hatine kuştin.

Ew teqîna terorîstî li navça Zeferaniye li başûra rojhilata Bexdayê qewimî û bilî kuştina van du kesan 11 kesên din jî birîndar bûn.

Ji ber teqîneke din a terorîstî li navça El-Beyai 2 kes hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Herwisa ji ber teqîneke terorîstî li navça El-Sêyidiye kesekî sivîl hate kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Herwisa hatiye ragihandin ku ji ber kiryareke terorîstî li navça Ezemiye li bakûra Bexdayê kesek hate kuştin.

Heta niha tu aliyekê berpirsyariyên van kiryarên terorîstî qebûl nekiriye.

Li mehên vê dawiyê kiryarên terorîstî li nav Bexdayê zêde bûne û hatiye ragihandin, ji ber işkestên zav yên terorîstên DAIŞ`ê, ev grûpa terorîstî bona tirsandina xelkê dest bi kiryarên terorîstî dike ta ku xelkê sivîl bitirsîne.