Îlon 26, 2016 18:47 Asia/Tehran
  • DAIŞ kuştina endamên xwe yên revî didomîne

Bi dû serketinên hêzên iraqî li bakûra vî welatî, koma têrorîst a DAIŞ`ê 7 endamên din ên xwe ku revî bûn, kuştin.

Li gorî rapora malpera nûçan a Şefeq News`ê, koma têrorîst a DAIŞ`ê 7 endamên xwe ku ji Şerqatê li bakûra parêzgeha Selahedînê ya Iraqê revîbûn, dest û pîyên wan girêdan û li meydana navendî ya bajarê Mûsilê bi boldizêrê pê li wan kir û ew kuştin.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê çend rojan berî vîya jî serkirdê xwe yê serbazî, Ebû Hemze Lîbî û 16 hevrîyên wî bi sûcê revîna ji şêrr li devera Şerqatê bi saxî di nav êgir da şewitandin.

Hêzên iraqî heftîya buhurî li gorî fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê, operasyona azadkirina devera Şerqatê destpê kirin.

Televîzyona dewleta Iraqê pêncşema buhurî ragihand ku bajarê Şerqatê ji lepên têrorîstan hat azadkirinê û ala vî welatî li banê avahîya qaymeqamtîya vî şarî hat daliqandinê.

Koma terorîst a DAIŞ`ê ji Hezîrana sala 2014`an va û dema ku parêzgeha Nêynewayê û beşeke mezin a 5 parêzgehên bakûra Iraqê dagir kirin va heta niha, bi sedena û renge bi hezaran sivîl bi sûcê hevkarî yan têkilîya tev dewleta Iraqê kuştine.