DAIŞ`ê 40 sivîl li Kerkûkê revandin
Tebax 30, 2016 16:37 Asia/Tehran
Çavkanîyên ewlehîyê yên parêzgeha Kerkûkê ragihandin ku koma têrorîst a DAIŞ`ê 40 sivîl li başûra rojavaya vê parêzgehê revandin.
Li gorî rapora malpera nûçan a Someriye News`ê, koma têrorîst a DAIŞ`ê 40 sivîl ên xelkê Hewîcê bûn, revandin.
Li gorî vê raporê, koma têrorîst a DAIŞ`ê ev kesana bi tawana hevkarîya ligel sivîlan jibo ku ji vî şarî birevin Kerkûk û Selahedînê girtine û veguhestine cîyeke nedîyar.
Têrorîstên DAIŞ`ê sala 2014`an bajarê Hewîcê dagir kirin û niştecîyên wî wek mertala insanî bi kar tînin.
Koma têrorîst a DAIŞ`ê heta niha çend caran sivîlên bajarê Hewîcê bi tawana hewldana jibo revînê û yan hevkarîya tev hêzên iraqî girtine û bi awayên hovane kuştine.