Tebax 30, 2016 15:49 Asia/Tehran
  • Serokomarê Iraqê teqînên têrorîstê li Kerbelayê şermezar kirin

Serokomarê Iraqê, cinayeta têrorîstî ya êrişa xwekujîyê li dawetekê li bajarê pîroz ê Kerbelayê ku di encamê da bi dehan kes hatin kuştinê û birîndar bûn, şermezar kir.

Li gorî rapora Someriye News`ê, Fuad Meisûm, serokomarê Iraqê şeva buhurî pêkutî kir ku teqînên têrorîstî li bajarên curbicur ên Iraqê û teqîna têrorîstî ya vê dawîyê li Kerbelayê nîşana bêhêvîtîya serkêşên têrorîstan û têkçûna wan in.

Fuad Meisûm li ser naskirina sebebkarên cinayeta têrorîstî ya duh li Kerbelayê û cezakirina wan sekinî û ji hêzên ewlehîyê yên Iraqê xwest ku jibo giritna pêşîya bûyerên viha zêdetir hewl bidin.

Di encama êrişa têrorîstî ya duh ku bi saya 5 xwekujan li dawetekê li taxa Hisêyn a bajarê Eyn Temerê li rojavaya parêzgeha Kerbelayê da pêk hat da, herîkêm 18 kes hatin kuştinê û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Di vê navberê da hêzên ewlehîyê 3 xwekuj ji 5 xwekujan berî ku xwe biteqînin, girtin.

Li gorî nûçeyeke din ji Iraqê, Seid Hedîsî berdevkê dewleta Iraqê wek berteka li hemberî êrişên Tirkîyê ser pêgehên kurdan li deverên sînorî yên Iraqê (pêgehên PKK`ê) ragihand ku ev êriş destdirêjîya ser axa Iraqê ne.

Hedîsî pêkutî kir ku êrişa ser pêgehên kurdan li bakûra Iraqê binpêkirina isûlên cînaretîya baş û serwerîya netewî ya Iraqê ye.

Balafirên cengê yên Tirkîyê duh hin pêgehên PKK`ê li devera Garê dan ber bombeyan.